“Bêdengiya Amerîka di aloziya Hewlêr – Bexdayê de şaş bû”

Paul Devise dibêje, ta niha siyaseteke Amerîka ya zelal li Rojhilata Navîn nîn e, bêdengiya Amerîka jî di aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de şaş bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Lêkolînerê hewlgîriya leşkerî yên ber di wezareta bergîriyê ya Amerîka de Paul Devise dibêje, ta niha siyaseteke Amerîka ya zelal li Rojhilata Navîn nîn e, bêdengiya Amerîka jî di aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de şaş bû.

Paul Devise ji K24ê re got: “Ebadî di bin kontrola temam a Îranê de ye û divê ev yek bê rawestandin. Heger li berê binêrin ew serokwezîrên li Iraqê hatine hilbijartin, Amerîka dibîne ku wê ew hilbijartine, lê ev ne rast e ti demekê Malîkî û Ebadî ne dost û alîgirên Amerîka bûn.”

Ragihand jî, “Helwest û karvedana Amerîka li hember pirsa referandûmê ji sedî 100 şaş bû, dibe ku şaşbûna Brett McGurk yan Wezareta Derve ya Amerîka be, lê di heman demê divê Kurd bizanibe ku bi berdewamî piştevanî ji aliyê hikûmeta Amerîka ve lê tê kirin, bi taybet li Kongress û Wezareta Bergîriyê, ji ber wê ji Kurd re dibêjim çaverê bin, li Amerîka hûne ne bê pişt in.”