Hevseroka HDPê ya Şaxa Kadikoyê hate girtin

Hevseroka Şaxa Kadikoyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gul Demîr piştî mehkemekirinê hate girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Şaxa Kadikoyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gul Demîr piştî mehkemekirinê hate girtin.

Zext û operasyonên li dijî HDPê berdewam dike. 2 roj berê polîsên dijî terorê yên Stenbolê li dijî avahiya HDPê ya Şaxa Kakikoyê operasyon bi rê ve biribûn û di nav avahiyê de nêzikê 4 demjimêran lêgerîn kiribûn.

Di encamê de Hevseroka HDPê ya Şaxa Kadikoyê Gul Demîr hatibû destserkirin û polîsan dest danîbûn ser hejmarek belge û dokûmanan.

Dadgeha Stenbolê biryar da, Gul Demîr bi tohmeta bangeşekirina PKKê were zindanîkirin.