Erdogan gefa girtinê li Kiliçdaroglû dike
Erdogan: Kiliçdaroglû belgeyên sexte derbarê min û malbata min belav dike. Wê Kiliçdaroglû hesabê tometên xwe li dadgehan bide.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li hemberî Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu nerazîbûnek tûnd nîşan da û got; Kiliçdaroglu belgeyên sexte di derbarê wî û malbata wî de belav dike. Kiliçdaroglu dê hesaba tohmetên xwe li dadgehan bide. Egera wê yekê heye ku wek Selahattîn Demirtaş Serokê CHPê Kiliçdaroglu jî bê girtin? Rêveberên CHPê û hiqûqnasan ev mijar nirxand.
Di van demên dawîn de Serokkomar Erdogan reaksiyoneke tund nîşan dide, li pêşberî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û dibêje, ji ber wan belgeyên sexte ku derbarê wî û malbata wî de belav kiriye, wê li dadgehan hisabê vê yekê bide. Gelo egera wê yekê heye ku Kiliçdarglu jî wek Selahattîn Demirtaş bê girtin? Endama Encûmena CHPê Canan Kaftancıoglu li ser vê rûdanê diyar dike, nêteke wisa heye ya Serokkomar Erdogan ku Kiliçdaroglu bide girtin. Lê dema tiştekî wisa bibe, wê bi milyonan kes ji bo adaletê dakevin kolanan.
Endema Encûmena CHPê Canan Kaftancıoglu ji K24ê re got: “Mixabin li welêt hiqûq bûye sifreya xwarinê. Erdogan darazê li gorî xwe bikartîne. Vê prosesa gefan ji girtina rojnameger û akademsiyenan dest pê kir heta Demirtaş çû. Ji van gefên Erdogan ên li dij Birêz Kemal Kiliçdaroglu, xuyaye ku dixwaze bê girtin. Digel vê nête jî, min ne bawere ku wê karibin Kiliçdaroglu bidin girtin. Yan na wê bi milyonan kes ji bo adaletê dakeve kolanan. Hêvî dikim nêteke wiha nîn be û careke din şaşiyên bi vî rengî neyên kirin.”
Hiqûqnas û Pisporê Destûrê Turkut Kazan jî gefên Erdogan ên li dij Kiliçdaroglu û egera girtina wî ji aliyê yasayî ve nirxand û diyar kir, ger li vî welatî demokrasî hebe û pergala hiqûqê karîger be wek ku rêveberên delwetê îdia dikin, naxwe divê Kiliçdaroglu neyê girtin ji ber axaftinên xwe. Di demokrasiyan tiştên wiha nabin û ev yek şermeke mezin e.
Hiqûqnasê Destûrê û Serokê Baroya Stenbolê yê Berê Turkut Kazan wiha axivî: “Tu Serokkomar divê bi vî awayî neaxive û ji serokê opozîsyonê re nabêjê, tê hisabê vê yekê bidî. Ger sucek hebe wê pergal kar bike. Lê li Tirkiyê mixabin piştî ku serokomar dibêje ‘tê berdêla vê yekê bidî,’ hingî siyasetmedar bi kêşeya girtinê re rû bi rû dimînin, wek mînaka Hevserokên HDPê ku sêyemîn partiya herî mezin ya di parlamentoyê de ye. Navê vê yekê ne hiqûq e û ne jî demokrasî ye.”
Herwiha Turgut Kazan li ser awayê pergala darazê ya Amrîkayê mînakek da ji bo rûbirûkiria Tirkiyê û wiha got; Derbarê Trump de gelek doz hatine vekirin. Dema Trump beriya hilbijartinê pêwendî danîbe bi Rûsyayê re û li Amerîkayê pergala hiqûqê karîger be, ev yek dibe mijara jêpirsînê. Eger ev yek rast be wê Trump bê ezilkirin. Di mînaka Skandala Watergate de, ev yek hate dîtin. Ger Nîxson îstifa nekira, wê Dadgeha Federal ew ji ser kar dur bikira. Loma divê daraz serbixwe be û li gor normên navdewletî tevbigere. Divê çavê darazê ne li devê Serokkomar Erdogan be.