Partiyên Bakurê Sûriyê: Daxuyaniya Esed Yekperçeyîya Sûriyê armanc dike

Partiyên siyasî yên federalîzma Bakurê Sûriyê bersiva Serokê Sûriyê Beşar Esed didin û dibêjin, daxuyaniya Esed ne tenê armanckirina HSDê ye, ew yekperçeyîya Sûriyê û hemû pêkhateyê bakurê Sûriyê armanc digire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiyên siyasî yên federalîzma Bakurê Sûriyê bersiva Serokê Sûriyê Beşar Esed didin û dibêjin, daxuyaniya Esed ne tenê armanckirina HSDê ye, ew yekperçeyîya Sûriyê û hemû pêkhateyê bakurê Sûriyê armanc dike.

Partiyên siyasî yên federalîzma bakurê Sûriyê Tevgera Civaka Denokratîk (TEV-DEM), Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS), Kombûna Demokratî û Çepgirên Kurd li Sûriyê, Partiya Yegirtinê ya Siryanî, Desteya Niştimanî ya Erebî, Partiya Demokrat a Kurdî û Partiya Biratî ya Kurdî daxuyaniyek belav kir û bersiva daxuyaniya Serokê Sûriyê Beşar Esed ya dawiyê da ku tê de Hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD) bi xayintiyê tometbar kir .

Di daxuyaniya partiyan de hat jî, "Sala 2017 bi serkeftinên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê li Dêra Zorê bi dawî bû. Herwiha HSDê ewlehiya bajarên bakurê Sûriyê parast û di dema ku ev serkeftin hin hêvî li cem xelkên Sûriyê çê kir, Serokê Sûriyê Beşar Esed di riya daxuyaniyek re HSD armanca dike.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat ku daxuyaniyên hevawa Sûriyê ber bi şerekî giran ve dibe.

Roja 18 vê mehê Serokê Sûriyê Beşar Esed îro şervanên Kurd YPG û HSDê yên bi piştevaniya Amerîka rûbereke berfereh li bakur û rojhilatê Sûriyê ji destê DAIŞê kontol kirine bi xiyanetiyê tometbar kirin.