Nêçîrvan Barzanî: Dabeşkirina mûçeyan berdewam dibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ligel berpirsên Almanya destpêkirina guftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ligel berpirsên Almanya destpêkirina guftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de amaje bi serdana xwe ya ji bo Almanyayê û civîna ligel Wezîrê Derve, Wezîra Bergîriyê û Şêwirmenda Almanyayê kir û got: “Ligel berpirsên Almanyayê proseya siyasî û hevkariya Ewropayê ji bo destpêkirina guftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de me gotûbêj kir. Me hest pê kir ku Almanya û Fransa dixwazin alîkariyê bi Herêma Kurdistanê re bikin, di çarçova destûra Iraqê de pirsgirêk bêne çareserkirin.”

Derbarê xwepêşandanên çend rojên bûrî yên li parêzgeha Silêmaniyê û Helebce û hin navçeyên din de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand “Destekî têkder di nava xwepêşandanan de heye û dixwaze xwepêşandanan bi aliyekî din ve bibin.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê vekişîna Tevgera Goranê û Komela Îslamî ji hikûmetê got, “Biraderên Goranê ji demekê ve ne di nava hikûmetê de ne û li rêveberiya xwecihî ya Silêmaniyê de her dimînin. Ji bo Komelê jî min di riya medyayê re bihîst û diviyabû wan daxwaza civîneke fermî kiribana û sedemên vekişandinê aşkere bikirina, çunkû me daxwaza birêvebirina hilbijartinan di heyama 3 mehan de kiriye, niha ti bihaneyek ji bo vekişîna wan nîn e.”  

Derbarê nameya Serokomarê Iraqê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re, Nêçîrvan Barzanî got: “Nameyek ji Serokomar gihêştiye me û amade ne ji bo hevdîtina wî û hêvîdar in Serokomar rola xwe ji bo destpêkirina guftûgoyê bibîne.”

Li ser rewşa firoke û deriyên sînorî got: “Helwesta me her dem aşkere ye, destûra Iraqê derbarê çawaniya birêvebirina frokxane û deriyên sînorî daneye, ji îro ve hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye rêvebiriya hevbeş ligel Bexdayê pêk bîne wek çawa di destûrê de hatiye. Di rastiyê de, girtina firokxaneyan li pêş nexweşan û gihêştina alîkariyên mirovî pirsgirêkeke mezin dirust bûye, hêvîdar in bi destpêka sala nû re ew pirsgirêk çareser bibin.”

Li ser dabeşkirina mûçeyê Nêçîrvan Barzanî diyar kir, dabeşkirina mûçeyê niha û mehên din jî berdewam dibe. Herwiha Got: “Bexda rê nade sûdê ji petrola Kerkûkê werbigirin û Herêma Kurdistanê bişîne derve, yan Bexda bi xwe bifiroşe û bi dahatên wê bişîne, mûçe û rewşa xelkê pê çak bikin.