PDK-T: Xwepêşandanên li Başûr xizmeta plana dagirkeran dikin
Xwepêşandanên ku bi hinceta nedayîna mûçeyan li parêzgehên Silêmanî, Helepçe û çend bajarokên Kurdistanê rû didin, li Diyarbekirê ji aliyê siyasetmedarên Kurdistanî ve hatin nirxandin.
K24 – Diyarbekir
Xwepêşandanên ku bi hinceta nedayîna mûçeyan li parêzgehên Silêmanî, Helepçe û çend bajarokên Kurdistanê rû didin, li Diyarbekirê ji aliyê siyasetmedarên Kurdistanî ve hatin nirxandin. Siyasetmedaran got ku; xwepêşandana ji bo bidestxistina mafên xwe helbet rewa ye, lê ew kesên ku bi nasnameya xwe ya Kurd pêşî li aloziyan vedikin, xizmeta dagirkeran dikin û tê xwestin ku bi destên Kurdan, destkeftinên Kurdan werin rûxandin.
Xwepêşandanên ku li parêzgehên Silêmanî, Helepçe û çend deverên din ên Kurdistanê gihîştin asta rûxandinên dam û dezgehan, li Diyarbekirê jî rastî bertekan hatin. Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, li ser bûyerên qewimîn got ku; ev alozî plana hêzên mêtinger e û dixwazin bi destên Kurdan aramiya Kurdistanê têk bibin.
Serokê Giştî yê PDK-Tirkiyeyê Mehmet Emîn Kardaş ji K24ê re wiha axivî: "Van xwepêşandanên ku tên kirin jî bi destên dijminên Kurdan in, bi destên dagirkeran in. Ew tu carî naxwazin ku di Kurdistanê de aramiyek çêbibe û jixwe Kurdistaneke Azad dûrî mentiqa wan e. Lê em bi vê yekê bawer in; êdî neteweya Kurd bi ser hişê xwe ve hatiye."
Kiryarên çend komikên ku hewila aloziyan da; li Diyarbekirê wekî kiriyarên nebaş hatin nirxandin û li ser berjewendiyên Kurdistanê wekî gefên xirabkirina aramiya navxweyî hat şîrovekirin. Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîsmê (OSP) Sînan Çîftyurek li ser rûdanan amaje kir ku destên Îran û Iraqê di nav van aloziyan de hene, kesên ku di van çalakiyan de cih digirin, bila bi zanebûn tevbigerin ku ev lîstikeke nû ya li ser daxwaza mafên Kurdan e.
Serokê Giştî yê OSP'ê Sînan Çîftyurek got: "Ew dizanin ku her dem Serxwebûna Kurdistanê armanca Kurdan e. Wekî Kak Mesûd Barzanî gotibû; mifteya vê di destên me de ye. Ji ber vê yekê dixwazin çiqas nakokiiyên di nav Hikûmeta Kurdistanê de hebin, ên aborî, yên siyasî û yên çandî; bixurînin û li dijî siyaseta Kurdan, li dijî Hikûmeta Kurdistanê derxin pêş."
Di nirxandinên siyasetmedarên Kurdistanî de hat diyarkirin ku parçeyê herî nêz ê Serxwebûnê Kurdistan e û ji ber hêza Kurdan li qada navneteweyî hatiye pesendkirin, bi lîstikên biçûk û qirêj tê xwestin ku aramiya navxweyî were têkdan.