Kadroyekî Goranê behsa dirustbûna hêzeke çekdar dike
Kadroyekî diyar ê Tevgera Goranê li Brîtanyayê behsa dirûstbûna hêzeke çekdar û rûbirûbûna leşkerî li Herêma Kurdistanê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kadroyekî diyar ê Tevgera Goranê li Brîtanyayê behsa dirustbûna hêzeke çekdar û rûbirûbûna leşkerî li Herêma Kurdistanê dike.
Kadroyê Tevgera Goranê li Brîtanyayê Herêm Kerîm ku sernivîserê malpera Pasewan û Kurdistan Trîbûn yên ser bi Tevgera Goranê ye, li hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” nivîsiye: “Eger heye di çend rojên bê de komek efser û fermandarên xaneşîn Hêza Bergîriya Gel dirust bikin, ji bo berevaniyê li xwepêşanderên li Pênciwîn,Helebce, Ranya, Silêmanî û Çemçemalê bikin.”
Herwiha di twîteke din de nivîsiye: “Derencamên sepandina hikûmê serbazî û ser û desteserkirina xwepêşanderan, dirustbûna çend grûpeke çekdar tiştekî sirûştî ye, ji bo berevanîkirina li xwe.”
Ev ne cara yekem e kadroyên Tevgera Goranê behsa dirustkirina hêzeke çekdar dikin, berê jî axaftinên wek vê kirine û hinan jî ew tenê riya çarerseriyê dizanin, lê ev axaftina di demekê de ye Tevgera Goranê xwe wek tevgereke cemawerî ya sivîl dizane û di dawî daxuyaniya xwe ya girêdayî xwepêşandanan û şewitandina baregehên fermî û partîtî, daxwaza hêminiyê ji xwepêşanderan kir.
Daxuyaniya wî kadroyê Goranê hevdem e ligel êrîşa ku hin kesan bi navê xwepêşandanan daketibûn kolanan û, di pişt re jî bi çekan di navbera wan û hêzên ewlehiyê û partiyan teqe li hev kirin, ku bû sedema qurbaniya 5 kesan û birîndarbûna 90 kesên din.
Di dawî daxuyaniya xwe jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Destekî têkder di nava xwepêşandanan de heye û dixwazin xwepêşandanan berve aliyekî ve bibin. Lê xwepêşandanên sivîl ji mafê hemû welatiyan e.”