Edhem Barzanî: Hêza hatiye Silêmaniyê ji bo parastina ewlehiya welatiyan e
Edhem Barzanî ragihand, hêza Zêrevanî ya ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye Silêmaniyê, ji bo alîkariya hêza hikûmî ya li Silêmaniyê bike û ewlehiya wê parêzgehê biparêze .
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Encûmena Serkirdatiya Silêmanî û Helebce ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Edhem Barzanî ragihand, hêza Zêrevanî ya ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye Silêmaniyê, ji bo alîkariya hêza hikûmî ya li Silêmaniyê bike û ewlehiya wê parêzgehê biparêze û ne tenê ji bo parastina baregehên partiyan e.
Edhem Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, tundûtûjî cihê navûdengiya Silêmaniyê û sînorê wî hilnaweşîne.
Diyar kir, hêza ku hatiye wê parêzgehê, ne tenê ji bo parastina baregehên partiyan e, lê ji bo ewlehî û aramiyê xelkê hatiye û li hemberî her hêzekê radiwest e ku bixwaze ewlehî û aramiya Silêmaniyê têk bide.
Edhem Barzanî amaje bi wê kir, her aliyek biryara derketina ji hikûmetê bide, mafê xwe ye, lê bi merca ne li ser hesabê xelkê û berjewendiyên xelkê be.
Herwiha got, her guleyek ji pişt xwepêşandanan bê, ew tê wateyê ku destekî ajawekar heye bo têkdana aramiyê.