Festîvala navdewletî ya şanoyê li Hewlêrê ya bi sponseriya K24 bidawî hat

Çaremîn festîvala navdewletî ya şanoyê li Hewlêrê, ku bi sponseriya Kurdistan24 bû bidawî hat.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çaremîn festîvala navdewletî ya şanoyê li Hewlêrê, ku bi sponseriya Kurdistan24 bû bidawî hat.

Beriya çend demjimêran çaremîn festîvala navdewletî ya şanoyê li Hewlêrê, ku bi sponseriya Kurdistan24 bû, bidawî hat. Ji ber nedana vîzeyê ji aliyê hikumeta Iraqê bi hunermend û şanogerên her yek ji Misir û Kuweytê nekarîn beşdarî festîvalê bibin. Ji ber vê yekê û çendîn astengên din, serpereştyarên festîvalê biryar dan xelat di festîvalê de neyên dabeşkirin, tenê bawernameyên rêzgirtinê ji bo ew grûb û welatên ku beşdarî kirin e hatin dayîn.

Festîvala navdewletî ya şanoyê li Hewlêrê ji 17 ta 21ê vê mehê berdewam bû. Tê de şano hatin pêşandan û beriya çend demjimêran bi ahengekî hat bidawî kirin.