Rûsya: PYD beşdarî danûstandinên Astana nabe
Şanderê taybet yê serokê Rûsya ji bo Sûrya: Kurd nabin kelem li pêşya lidarxistina diyaloga niştimanî Sûrî.
K24 - Navenda Nûçeyan
Şanderê taybet yê serokê Rûsya ji bo Sûrya Alexander Lavrentiev ragihand, Kurd nabin kelem li pêşya lidarxistina diyaloga niştimanî Sûrî û PYD beşdarî di wê diyalogê de nake.
Alexander Lavrentiev diyar kir, ku Turkya ji bingehê de red dike ti nûnerekî PYD û PKK beşdarî kongirê Sochi bibe û got: "Pirsa Kurd bi giştî nabe berbest li pêşya danûstandinan û dema lidarxistina kongirî Sochi girêdayî redkirina Tirkiyê bûye, lewra niha em mijûlî destnîşankirina kesatiyan bûne daku beşdarî kongir bibin û di nav wan de kesatiyên Kurd jî wê bên vexwendin".
Lavrentiev got jî: "Xala herî hestiyar li ser pirsa beşdariya Kurdan ew e, ku heya niha rêketin çênebû ye gelo kî wê nûneratiya pêkhateya Kurdî bike di kongirêî Sochi de, me gellek bizav kirine daku amadebûneke berfireh ji nûnerên Kurdan li Cochi hebe, bi mercê ku Tirkiyê wê nûneratiya Kurdî red neke".