Salih Mislim: Esed dixwaze rê li ber hevpeymaniya Kurd û Ereban bigire

Salih Mislim: Tirkiye û Îran jî dixwazin hevpeymana Kurd û Ereban bişkînin, ji ber ku sîstema li Rojavayê Kurdistanê li dijî berjewendiyên hersê welatên navhatî ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Dîplûmatîk yê TEV-DEMê Salih Mislim ji ajanseke nêzîkê PKKê re axifî û di derbarê axaftinên Beşar Esed yên têde HSD bi xayin binav kiribû got: "Daxûyaniya Esed beramberî Kurdan nîşana pêgeheke nû ye. Ew dixwaze navê Kurdan reş bike û rê li ber hevpeymana Kurd û Ereban bigre".

Salih Mislim da zanîn ko Tirkiye û Îran jî dixwazin hevpeymana Kurd û Ereban bişkînin, ji ber ku sîstema wan a li Rojavayê Kurdistanê li dijî berjewendiyên hersê welatên navhatî ye.