Wezareta Pêşmerge dixwaze Hevpeymaniya Navdewletî beramberî Iraqê xwedî helwêst be
Wezareta Pêşmerge ragihand ku, pêwîst e Hevpeymaniya Navdewletî girêdayî helwestên hikûmeta Iraqê êdî bêdeng nemîn e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Pêşmerge ragihand ku, pêwîst e Hevpeymaniya Navdewletî girêdayî helwestên hikûmeta Iraqê êdî bêdeng nemîn e.
Rêvebirê giştî yê rewşenbîrî û ragihandinê di Wezareta Pêşmerge de Helgurd Hikmet bi rêya Kurdistan24 daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî dike ku, liser rêgiriya hikûmeta Iraqê ko nahêle alîkariyên serbazî yên welatên cîhanê bigihin destê Hêzên Pêşmerge bêdeng nemîn e. Diyar dike, di dema derbasbûyî de û bi şahidiya cîhanê, Pêşmerge şkênderê efsaneya DAIŞ bû.
Herweha 'Emîd Helgurd Hikmet rexneyên tund li Hevpeymaniya Navdewletî girt û got, ew berpirs in di ber wê yekê de ku, nûnerên Pêşmerge vexwendî civînên serbazî yên navdewletî di derbarê şerê DAIŞê de nakin.
Helgurd Hikmet daxwaz ji dostên gelê Kurd di Hevpeymaniya Navdewletî de kir ku, beramber binpêkirinên destûrî û mirovî yên hikûmeta Iraqê rawestin.
Helgurd Hikmet hişyarî da ku, şerê DAIŞ bidawî nehatiye û baştirîn belge li ser vê yekê, êrîşên çend rojên derbasbûyî li mîhwerê Gwêr bûn, ku ji alî Pêşmerge ve hatin têkbirin.