Kanada: Iraq nahêle em alîkariyan bigihînin Pêşmerge
Hikumeta Kanadayê radighîne , hikumeta Iraqê rê nade alîkariyên serbazî bigihînin destê Pêşmerge.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikumeta Kanadayê radighîne , hikumeta Iraqê rê nade alîkariyên serbazî bigihînin destê Pêşmerge.
Wezîrê berevaniya Keneda Harjit Sajjan ragihand: "Kanada karwanekî din ji alîkariyên serbazî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re amade kiriye, ku niha li nav embareke çekan li Kanada ye û gujmê wan 10 milyon dolar e. Lê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rê nade em wan alîkariyan ji bo hêzên Pêşmerge bişînin".
Ji aliyê xwe ve Peyvdarê Wezareta Berevaniya Kanada tekez kir, ku Bexda ne amade ye rêkeftinekê derbarê gihandina alîkariyên serbazî ji bo hêzên Pêşmerge, li gel Hewlêrê îmze bike.