Îro Erdogan serdana Bakurê Kurdistanê dike

Erdogan di serdana xwe de ji bo Bakurê Kurdistanê, wê beşdariyê di kongirên AKP şaxê Şirnexê û Colemêrgê de bike

K24 - Navenda Nûçeyan

Ji bo beşdariyê di kongirên AKP şaxê Şirnexê û Colemêrgê, îro serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan serdana Bakurê Kurdistanê dike.

Berî serdana Erdogan ji bo herdu bajaran, tedbîrên tund yên ewlehiyê hatine stendin.

Li bajarê Şirnexê polîsan girtin ser malan û heya niha 10 kes desteser kirine.

Ji aliyekî din ve welatiyên Şirnexê ji Erdogan dixwazin ku Şirnex wek parêzgeh bimîne û ji bo vê yekê gellek poster li nav bajar hatine bilindkirin.