Mehmûd Sengawî daxwazekê ji xwepêşanderan dike

Mehmûd Sengawî: Em li gel daxwazên xwepêşanderan in, lê bi mercê ku dûrî tundiyê daxwaza mafên xwe bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê polîtbîro û fermandeyê serbazî yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Mehmûd Sengawî, ji Kurdistan24ê got: "Em li gel daxwazên xwepêşanderan in, lê bi mercê ku dûrî tundiyê daxwaza mafên xwe bikin".

Wî fermandeyî got jî: "Şewitandina dezgehên hikûmî û baregehên partiyan ti xizmetekê ji daxwazên xwepêşanderan re nake û ez ji xwepêşanderan daxwaz dikim, xwe ji karên tund dûr bikin".

Daxuyaniyên Sengawî di demekê de ne, ku bi sedema derketina karên tund li çend navçeyên parêzgeha Silêmaniyê, hejmarek kes bûne qurbanî û çendîn dezgeh û avahiyên hikûmî û hizbî hatin şewitandin û di nav xwepêşanderan de hin kesan rahiştibûn çekan û teqe dikirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f46d75d9-8c09-496e-9452-fb0332381afb/mahmudSangawi.ism/manifest