Usama Nucêfî: Çarenekirina kêşeyan li gel Herêma Kurdistan xizmeta Iraqê nake

Nucêfî daxwaza gotûbêjên lezgîn û zelal di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike

K24 - Navenda Nûçeyan

Di dema pêşwazîkirina balyozê Kiwêtê li Iraqê Salim Zemanan, cîgirê serokê Iraqê Usama Nucêfî, ji bilî pirsgirêkên siyasî yên Iraqê û dosyeya mişextan, behsa pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê jî kir, Nucêfî daxwaz kir gotûbêjên lezgîn û zelal di navbera herdu aliyan de destpê bikin.

Herweha Nuceyfî got: "Çarenekirina pirsgirêkan li gel Herêma Kurdistanê ne xizmeta Bexda û ne ya Hewlêrê nake".