Ji ber dorpêçên Bexdayê û nebûna dermanan, sêyem kes li Hewlêrê canê xwe jidest da
Li Herêma Kurdistanê bêtirî 3 hezar nexweşên Talasîmya hene û her nexweşek di dema yek mehê de pêwîstiya wî bi 60 derziyan û çend corên heban heye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hefteya derbasbûyî Kurdistan24ê lêkolînek li ser xirabiya rewşa nexweşên Talasîmya kir, di nav wan nexweşan de, keçek temen 17 sal bi navê Asya Mihemed, ku ji ber kêmya dermanan rewşa wê ya tendirustî têk çûbû û ji ber nebûna dermanan, îro bi wê nexweşyê canê xwe jidest da.
Li Herêma Kurdistanê bêtirî 3 hezar nexweşên Talasîmya hene û her nexweşek di dema yek mehê de pêwîstiya wî bi 60 derziyan û çend corên heban heye, ev bû serê çend mehan jî ew derman gellekî kêm û buha bûne, vê yekê pirsgirêkeke mezin ji wan nexweşan re çêkiriye û ji encama wê, di nava yek mehê de, 3 haletên mirinê hatine tomarkirin û canê çendîn nexweşên din jî di metirsiyê de ye.