Li Herêma Kurdistanê sibe û dusibe bihnvedana fermî ye
Roja Yekşemê 24/12/2017an û roja Duşemê 25/12/2017an bihnvedana fermî ye û roja Sêşemê 26/12/2017an dewamê fermî destpê dike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Ji bo cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh sibe û dusibe li Herêma Kurdistan bihnvedan e.
Îro 23/12/2017an, peyvdarê fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand: "Bi hatina cejna jidayikbûna hezretê Îsay Mesîh (Silavên Xweda lê bin) roja Yekşemê 24/12/2017an û roja Duşemê 25/12/2017an bihnvedana fermî ye û roja Sêşemê 26/12/2017an, dewamê fermî destpê dike".