Metirsiya li ser jiyana rojnamevanan didome

Li gorî amarên dezgehên ragihandinê, ji destpêka kirîza Sûriyê ve, 15 rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b042094b-faf4-4001-946d-2f306b85f2cd/122217RGS.ism/manifest

K24 – Qamişlo
Li gorî amarên dezgehên ragihandinê, ji destpêka kirîza Sûriyê ve, 15 rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor di raporta xwe ya salane de diyar dike, ku 12 rojnamevan di sala 2017'ê de li Sûriyê hatine kuştin, rojnamevanên Kurd jî tekez dikin ku metirsî li ser jiyana rojnamevanan didome.

Ji encama êrîşeke xwekuj li Dêra Zorê û piştî êşeke dirêj rojnamevanê Kurd Rizgar Denîz canê xwe ji dest da, bi wê yekê li gorî saziyên rojnamegeriyê li Rojavayê Kurdistanê hejmara rojnamevanan yên ku li Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane dighêje 15 kesî. Tev jî yan bi mayînan yan jî bi otombîlên teqîner têne armanc kirin ku di vê salê de peyamnêrê K24'ê jî rastî yekê ji van êrîşan hat û birîndar bû.

Li gorî Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor, Sûriyê welatê herî bi metirsî ye ji rojnamevanan re, ku di sala 2017'ê de 12 rojnamevanî jiyana xwe ji dest dane, û bi giştî ji destpêka kirîza Sûriyê hejmara kuştiyên rojnamegeriyê gihiştiye 220 kesî.

Li gorî Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor di sala 2017'ê de 65 rojnamevanî li seranserî cîhanê bi sedema karê xwe canê xwe ji dest dane, ku di Sûriyê de hejmara herî bilind têde hatine kuştin.