Hefteya sînemaya Kurdî ya çaremîn dest pê dike
Li bajarê Qamişlo di bin diruşma (sînema hêviya ji bo jiyaneke baştir) hefteya sînemaya Kurdî ya çaremîn dest pê kir.
K24 – Qamişlo
Li bajarê Qamişlo di bin diruşma (sînema hêviya ji bo jiyaneke baştir) hefteya sînemaya Kurdî ya çaremîn ji aliyê yaneya Qamişlo ya sînemayê ve hatiye amadekirin dest pê dike. Di hefteya sînemayê de hijmarek ji fîlmên Kurdî yên dirêj, belgefilm û hin filmên kin dê bêne nemayişkirin. Yaneya Qamişlo ya sînemayê, hefteya sînemeya kurdî li bajarê Qamişlo lidar xist.
Yaneya Qamişlo ya sînemayê ku bi kedeke kesayetî ji alî hin heskiriyên sînemayê ve hatiye damezrandin, gelek hewldan kirine ku çanda sînemayê li nav xelkên deverê belav bikin û ji bo wê jî salane hefteyên sînemayê li dar dixin.