Erdogan li Colemêrgê: Qedexeyên li ser zozanên Bakur radikin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, qedexeyên li ser zozanên Bakurê Kurdistanê yên di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de tên ragihandin, dê rabin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, qedexeyên li ser zozanên Bakurê Kurdistanê yên di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de tên ragihandin, dê rabin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro serdana Bakurê Kurdistanê bajarê Colemêrgê kir û got, hişmendiya Qendîl û hişmendiya xelkê Colemêrgê ji hevûdû dûr e û divê xelkê Colemêrgê li dijî PKKê derkeve û alîkariya PKKê neke.
Erdogan got: “Piştî Buhara bê qedexeyên li ser zozanan ko bi hinceta ewlekariyê tên ragihandin em dê rakin. Lêbelê divê hûn jî xwedî li zozanên xwe derkevin. Dema PKK gef li we xwar divê hûn jî berxwe bidin.”
Erdogan got, ew bi ti awayî rê nadin Tirkiye perçe bibe û hêzên ewlakariya Tirkiyê dê bersiva aliyên ku hewla perçekirina Tirkiyeyê didin bide.