Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Iraq hêzê tîne Mexmûrê

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê girtevîdyoyek û çend wêneyên nû belav kirin, tê de diyar dibe ku Iraq bi anîn û bicihkirina hêzên zêdetir li Mexmûrê berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê girtevîdyoyek û çend wêneyên nû belav kirin, tê de diyar dibe ku Iraq bi anîn û bicihkirina hêzên zêdetir li Mexmûrê berdewam e.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li tûra civakî “Twitter” hûrgilên zêdetir derbarê bicihbûna hêzên Iraqî li Mexmûrê ya 50 K.M li başûrê rojhilatê Hewlêrê dikeve, belav kir.

Berî demekê, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê çend caran hişyarî ji komkirina hêzên nû li wî bajarokî ragihand ku niyaza encamdana êrîşan li ser hêza Pêşmerge heye.

Wek di girtevîdyo û wêneyan de diyar dibin, otombîlên leşkerî yên zirpoş û Hummer gihêştine hin cihên Mexmûrê, ku ber ji wan cihan derketibûn. Tevahiya wan cihan ji bo bicihkirina hêzê bikar tên. Proseya anîna wê hêzê hî bi nehênî bi rê ve diçe.

Wêneya Yekem: Roja 22 Mijdarê, ango ji ber mehekê ev cih vala ye
Wêneya Yekem: Roja 22 Mijdarê, ango ji ber mehekê ev cih vala ye
Wêneya Duyem: Roja 18 Berçile, hêzeke nû li vî cihî bicih bûye.
Wêneya Duyem: Roja 18 Berçile, hêzeke nû li vî cihî bicih bûye.