TEV-DEM: Hevpeymanî rê nade rêjîm gefên xwe bicih bîne
Serkirdê di TEV-DEMê de Ebdilselam Ehemd ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî destekê dide HSD û rê nade rêjîm gefên xwe bicih bîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serkirdê di TEV-DEMê de Ebdilselam Ehemd derbarê gefên Serokê Sûriyê Beşar Esed li dijî HSDê de ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî destekê dide HSD û rê nade rêjîm gefên xwe bicih bîne.
Serkirdê di TEV-DEMê de Ebdilselam Ehemd ji K24ê re derbarê nevexwandina ji bo kongreya Sochiyê de ragihand, destpêkê vexwandina ji bo kongreya Sochiyê ji Rêveberiya Xweser re hebû, lê di vê demê bi destêwerdana Tirkiyê guhartin çê bûn. Niha jî ne zelal e ku Rêveberî bê vexwandin yan na.
Ebdilselam Ehemd amaje bi wê jî kir, dema Rêveberiya Xweser û Federalîzma Bakurê Sûriyê li çi kongirên taybet bi çareseriya krîza de amade nebe, dê ew kongir bê encam bimîne.
Derbarê gefên rêjîma Sûriyê de, Ebdilselam Ehemd got: Piştî ku rêjîmê serkeftin li dijî terorê û Dêrezorê Bokemalê kontrol bike, karî riya Enqere, Bexda û Şamê veke, hêze ku niha li pêşiya xwe dibîne, HSDê ye. HSD jî ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka û aliyên navdewletî vet ê piştevanîkirin, rêjîm jî ji metirsiyê di projeya HSDê dibîne.
Got jî, Tirkiye û Îranê jî li dijî projeya HSDê ne, loma rêjîm nameyan dide û di wê xewnê de ye ku wek çawa serederiyê ligel terorê dike, wiha jî ligel HSDê bike.
Serokê Sûriyê Beşar Esed roja 18 vê mehê, şervanên Kurd YPG û HSDê yên bi piştevaniya Amerîka rûbereke berfereh li bakur û rojhilatê Sûriyê ji destê DAIŞê kontol kirine bi xiyanetiyê tometbar dike.
Herwiha Ehhmed got: “Pitevaniyê me yê sereke gelê me bi hemû pêkhateyên xwe ye. Herwiha Hevpeymaniya Navdewletî destekê dide HSD û rê nade rêjîm destêwerdanê bike û welatên herêmê porjeyên xwe li Sûriyê bicih bînin. Herwiha hêza wan jî heye ku bersiva rêjîmê bidin.”