Îro Yekgirtû biryara xwe ya dawî dide
Piraniya endamên encûmena serkirdatiya Yekgirtû li gel mana wezîrên Yekgirtû ne di hikûmetê de, lê bi çend mercan.
K24 - Navenda Nûçeyan
Biryar e îro demjimêr deh, di kongirekî rojnamevanî de encûmena bicîkar a Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê, pirsa man yan jî vekişîna ji hikûmetê yekalî dike.
Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, piraniya endamên encûmena serkirdatiya Yekgirtû li gel mana wezîrên Yekgirtû ne di hikûmetê de, lê bi çend mercan, îro wê biryara dawî li ser vê pirsê bê dayin.