Amerîka şandina alîkariyên serbazî ji opozisyona Sûriyê re berdewam dike

Rojnameya Huriyet: Amerîka wê berdewam be li ser şandina çekan ji HSDê re û vê carê jî wê çekên dijî tankan û mûşekên herarî û mûşekên dûravêj ji YPGê re bişîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya Huriyet ya Tirkiyê belav kiriye, ku serokê Amerîka Donald Trump razî bûye çekan bi bihayê 393 milyon Dolar ji hêzên opozisyona Sûryê re bişîne.

Li gorî rojnameya navhatî, piştî 18 rojan ji pêwendiya telefonî di navbera Donald Trump û serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan de, ku di wê pêwendiyê de Erdogan daxwaz ji serokê Amerîka kirbû alîkariyên serbazî ji ser HSD bibirre, Trump birayara şandina çekan ji bo opozisyona Sûriyê îmze kir, bêyî ku navê HSD di nav wê lêstê de be û tenê di biryarê de hatiye, ku çek wê di sala 2018an de jî, ji bo hêzên opozisyona Sûriyê re bên şandin.

Ew rojname diyar dike, ku rast e nave HSD di lîstê de nehatiye, lê wê Amerîka wê berdewam be li ser şandina çekan ji HSDê re û vê carê jî wê çekên dijî tankan û mûşekên herarî û mûşekên dûravêj ji YPGê re bişîne.