Salih Mislim: Civîna Sochiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim radigihîne, civîna Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê ya ku biryar e li Sochiya Rûsyayê bi rê ve biçe, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

Hevserokê berê yê PYDê û endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Salih Muslim ji “ANF” re ragihand,  "Ya rast, civîna Sochiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dicive. Ji ber vê yekê pêwîst e ku Kurd di civînê de amade bin. ”

Herwiha Mislim amaje bi wê jî kir, dê li Sochiyê sîstema rêveberiyê bê nîqaşkirin. Bi giranî li ser şêweyê destûra bingehîn were rawestindin. Ji bo nivîsandina destûra bingehîn wê komîte werin avakirin û di nava van komîteyan de jî pêwîst e nûnerên hemû etnîk û baweriyan hebin.

Mislim da zanîn, berî demekê şandeke Rûs serdana Rojava kir û hemû beşên li nava Federasyona Demokratîk a Sûriyeyê; bi Kurd, Ereb, Suryaniyan re rûnişt, ew ji bo Sochiyê vexwendin. Gotin ku 140 kes wê tevlî civînê bibin. Delegasyon wê bi navê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê tevlî bibe.

Daxuyaniya Salih Mislim di demekê de ye, duh serkirdê di TEV-DEMê de Ebdilselam Ehemd ji K24ê re got, di bin fişara Tirkiyê de ne zelal e ku Rêveberiya Xweser ji bo civîna Sochiyê bê vexwandin yan na.