Jineke Kurd a 110 salî di riya penabertiyê re dimeşe

Pîrejineke Kurd a ji Kobanî bi temenê 110 saliyê bi riyên qaçax ji Kobanê berve Almanyayê diçe. Leyla Salih ku wek bitementirîn penaber tê hejmartin, rêwîtiyeke metirsîdar ji bo hevdîtina neviya xwe diçe Almanyayê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0cfc59b7-5521-4aa0-9b1c-aa7ca32c470c/122417RYD.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Pîrejineke Kurd a ji Kobanî bi temenê 110 saliyê bi riyên qaçax ji Kobanê berve Almanyayê diçe. Leyla Salih ku wek bitementirîn penaber tê hejmartin, rêwîtiyeke metirsîdar ji bo hevdîtina neviya xwe diçe Almanyayê.

Leyla Salih ku jidayikbûna sala 1907an bi rêwîtiyeke metirsîdar ji Kobanê derket û piştî mana du rojan li ber sînorê Tirkiyê ligel kurê xwe Ehmed û neviyê xwe Xelîl û jina wî 3 zarokan karîn derbas bibe û bigihe bajarê Îzmîrê.

Li Îzmîrê, bi riya qaçaxî Leyla Salih ligel malbata xwe li qeyikeke lastîkî siwar dibin û deryaya Egayê dibirin û di mehe bûrî de digihin grava Lesbos ya Yonanistanê.

Leyla dibêje, ew dixwaze berî ku biçe ber dilovaniya xwedê neviya xwe Nisrîn bibîne. Nisrîn û xûşka xwe Bêrîvan di sala 2015an de ji ber şerê DAIŞê koçberî Almanyayê bûne.

Ji aliyê xwe ve, Komîsera Bilind a Koçberan ya ser bi NY di destpêka vê mehê de di twêtekê de nivîsandibû, “Leyla Slaih koçbereke ji Kobanê ye, temenê wê 110 salî ye. Tiştê ku dixwaze, tenê neviya xwe Nisrînê bibîne.”