Parlemantoya Kurdistanê û parlemantoya Iraqê aşt dibin
Sekretera Parlemantoya Kurdistanê radigihîne, ji bo guftûgokirina ligel berpirsên parlemantoya Iraqê, şandeke parlemantoya Kurdistanê diçe Bexdayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekretera Parlemantoya Kurdistanê radigihîne, ji bo guftûgokirina ligel berpirsên parlemantoya Iraqê, şandeke parlemantoya Kurdistanê diçe Bexdayê.
Sekretera Parlemantoya Kurdistanê Bêgerd Talebanî îro ragihand, şandek parlemantoya Kurdistanê ya ku çend komîteyên parlemantoyê pêk hatine, diçe Bexdayê, lê navê parlemanteran aşkere nekir.
Li ser armanca serdana wê şanda parlemantoyê Bêgerd Talebanî dibêje: “Armanca sereke ya serdanê, ji bo xweşkirina zemîneyekê ji encamdana civînên di navbera berpirsên Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye. ku tevî hebûna pirsgirêkan di navbera wan de, lê ta niha ti civîn ji bo çareseriyê nekirine.”

Sekretera Parlemantoya Kurdistanê amaje bi wê jî kir, ji bo wê armancê jî, pêwendî di navbera parlemantoya Kurdistanê û parlemantoya Iraqê de hene, ta ew şand biçe û dest bi guftûgoyan bike.
Serdana ne çaverêkirî ya şanda parlemantoya Kurdistanê di demekê de ye, ji ber encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona bûrî de, parlemantoya Iraqê çend biryar li dijî Herêma Kurdistanê û hikûmeta herêmê derkiribûn.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî gotibû, heger bi riya hêzê be jî ewê desthilata federalî vegerînin navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ku di referandûmê de Kurdistanîbûna wan navçeyan hatibû yekalîkirin.