Demîrtaş: Em nehatine girtin, em wek barimte hatine birin
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş dibêje, ew nehatine girtin, ew wek barimteyan di zîndanan de tên hîştin û zû yan dereng li meydana siyasetê hesabê vê bipirsin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş dibêje, ew nehatine girtin, ew wek barimteyan di zîndanan de tên hîştin û zû yan dereng li meydana siyasetê hesabê vê bipirsin.
Selahedîn Demîrtaş ku 14 meh in di zîndana Edîrneyê girtî ye, bersiv da pirsên rojnameya Dîwarê û got, wek wî hemû siyasetmedarên HDPê, jiber axaftinên xwe yên siyasî û yasayî tên dadgehkirin, hemû dozger û dadwer jî vê rastiyê dizanin û rewşa zîndaniya wan dirêj dikin.
Da zanîn, dê heya kengî ev rewş dirêj bike, dûr yan nêzîk li holê dadgehê yan meydanê siyasetê dê hesabê vê bipirse.
Demîrtaş got, Serokomar Erdogan, hewla derbeya serbazî bo bicîhkirina sîstema takekesî bikar tîne û heger derfetê bibîne, bi salan welat bi biryarnameyên rewşa awarte dê bi rê ve bibe.
Da zanîn, tirsa wan ji pirsa Kurdî dibe sedem ku şaşiyên mezin bikin û da xuyakirin, şûna ku Efrînê dagir bike, pêwîste piştevaniya PYDê bike û bibe hevpeymana wê. Şûna leşkerên Amerîka û Rûsî teniştê gelê Rojavayê artêşa Tirkiyê hebûya û pêvajoya çareserî berdewam kiriba, niha rewş pir cuda bû.