Çavên PYD û ENKSê ji Sochiyê zuha ne
Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, di dawiya meha bê de kongirê Sochi ya danûstandina niştîmanî li dar bikeve û PYD'ê tê de beşdar nabe. Serkirdên PYD'ê dibînin ku kongir dê biser nekeve. Serkirdên ENKS'ê jî dibînin ku Sochi ti guhertinên nû nayîne.
K24 – Qamişlo
Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, di dawiya meha bê de kongirê Sochi ya danûstandina niştîmanî li dar bikeve û PYD'ê tê de beşdar nabe. Serkirdên PYD'ê dibînin ku kongir dê biser nekeve. Serkirdên ENKS'ê jî dibînin ku Sochi ti guhertinên nû nayîne.
Piştî bidawîbûna kongirê Astanayê, hate ragihandin ku kongirê danûstandinê li bajarê Sochi li Rûsiyayê di dawiya meha bê de dê lidar bikeve. Li gorî wezareta Derve ya Rûsiyayê di kongir de dê behsa mijara serastkirina destûrî û hilbijartinan bibe. Herwiha ji aliyê Rûsiyayê ve hate ragihandin, ku partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dê ji bo beşdarbûna di kongir de neyê vexwendin.
Serkirdên PYD'ê ji aliyê xwe ve dibînin, ku Tirkiyê û Îranê nahêlin PYD'ê beşdar bibe û tekez dikin ku çi kongirê ji bo çareseriya kirîza Sûriyê eger nûnerên PYD'ê têde ne beşdar bin dê bi ser nekeve.
Şêwirmendê Hevserokatiya PYD'ê Sîhanok Dîbo li ser vê mijarê ji K24ê re got: “Tirkiye û Îran îro bi aşkereyî dibêjin divê PYD û hêzên siyasî û yên leşkerî yên federalîzma Bakurê Sûriyê nebin. Ne ji berjewendiya her du welatan e, ku çareseriyeke demokratîk ji pirsgirêka Sûriyê çê bibe. Îro hate gotin ku divê nûnerên PYDê li civîna Sochiyê amade nebin.”
Serkirdên encûmena niştîmaniya Kurd ji aliyê xwe ve tekez dikin ku pêwîste nûnerên Kurdan di hemû kongirên navdewletî de beşdar bin ji çi hêzê û çi aliyên siyasî bin, û amaje bi wê yekê dikin ku di gel hebûna kongirê Cinêv'ê û beşdarbûna piraniya aliyên siyasî Sûrî tê de, kongirê Sochiyê dê tu guhertinên nû neyne bi taybet ku biryarên wê li ser bingeha biryarên Cinêvê ne.
Serkirdê di ENKS'ê de Fêsel Yûsif got: “Tirkiye, Îran û Rûsya bêhtir giraniyeke xwe datînin. Herwiha ji bo çêkirina komîteyekê ji bo danîna destûrekê, ew bixwe jî dibêjin ku ew li Cenêvê dibe. Dema vedigere Cenêvê û heta niha Amerîka bêdeng e, ku Amerîka hêzeke sereke ye li dunyayê tevî, ez bawer nakim Sochi ti gavan bavêje.”
Biryar e kongirê Sûtşî di 29, û 30'ê meha bê de lidar keve, Li gorî şanderê taybet yê serokê Rûsiyayê di Sûriyê de Ilêksender Lafrîntiyêv nêzî 1500 kesî ji hemû pêkhateyan dê beşdarî kongir bibin.