Xanenişînên neyasayî di pileya yekem a gendeliyê de ne
Desteya Destpakiyê: Ji koma 464 kesan bêtirî 50 kesan bi pileya wezîr hatine xanenişînkirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Harêma Kurdistanê ji bo rêxistin û paqijkirina lîsta xanenişînan, pirojeyasayekê dişîne Perleman, tê çaverêkirin di van nêzîkan de perleman ji bo gotûbêjkirina wê pirojeyasayê civînekê lidar bixe .
Ji aliyê xwe ve Desteya Destpakiyê eşkere kir ku Her yek ji Silêmaniyê û Hewlêrê di xanenişînkirina hin kesan de bi awayekî neyasayî di postên wezîr û rêvebirên giştî de, di pileya yekem de tên.
Rêvebirê karûbarên yasayî di Desteya Destpakiyê ji Kurdistan24ê re got: "Ew listên xanenişînên neyasayî ku ji me re hatine, ji koma 464 kesan bêtirî 50 kesan bi pileya wezîr hatine xanenişînkirin".
Li ser vê mijarê, Perlemantarê Kurdistanê Aydin Meirûf got: "Gendelieyeke mezin di pirojeyasaya xanenişînkirinê de çêbûye, ji koma milyonek mûçexur 240 hezar kes hatine xanenişînkirin û di wê hejmarê de dibe ku rêjeya 30% ji wan xanenişînan neyasayî be".
Her çar salan carekê 111 perlemantar û bêtirî 30 wezîr tên xanenişînkirin.