Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike
Şandeke pile bilind ji rêvebiriya Regeznameya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand: "Îro şandeke pile bilind ji rêvebiriya Regeznameya Herêma Kurdistan bi serperiştiya rêvebirê giştî û bi beşdariya tevahiya rêvebiriyên regezname û pasportan li Herêma Kurdistan serdana Bexdayê dike".
Rêvebirê giştî yê Regeznameya Herêma Kurdistanê lîwa Dilêr Ako ji Kurdistan24ê re got: "Serdana me li ser daxwaza wezîrê navxwe yê Iraqê ye, ku daxwaz kiriye şandeke pile bilind ji hemû rêvebiratiyên Pasportan û Regeznamê û Nasnamê, serdana Bexdayê bikin daku kêşeyên di navbera herdu aliyan de gotûbêj bikin".
Got jî: "Gellek kêşe di nav Herêma Kurdistan û Iraq de, li ser regeznamê û nasnameyê û karta zanyariyê hene, hemû kêşe ketine ser hev, ev şand wê li Bexdayê behsa hemû kêşeyan bike".
lîwa Dilêr Ako diyar kir, ku kêşeyeke din jî girêdayî mûçeyê fermanberên wan heye, ku ji aliyê girêdanê ve, ew rasterê ser bi hikûmeta navendî ve ne.