Mele Bextyar daxwaza firotina zevî û xaniyan dike

Mele Bextyar: Hikûmeta me bi dehan hezar binpêkirinên yasayî qebûl kiriye, lê çareseriya kirzîa abûrî qebûl nake.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê desteya rêvebir a polîtbîroya YNK Mele Bextyar, li ser rûpela xwe ya facebookê li jêr navnîşana (Çareseriya mûçe, yan deyn yan firotina milkan) nivîsiye: Di civîna nan Partî û Yekîtî de, min ji Hikûmeta Herêma xwest, ji bo çarekirina kirîzên abûrî, zevî û milk û bax û xaniyên bê tapo bifroşe, lê ew yek nekir, nizamin çima heya niha ev kar nehatiye kirin, vê yekê ez matmayî kirime".

Mele Bextyar dibêje: "Xwepêşandan hatin rawestandin, lê sedemên serekî yên derketina wan hîn mane. Sedema serekî kêşeyên abûrî ye. Di vê rewşa abûrî û siyasî de ya li Iraq û Kurdistanê, asoyê çarekirina kêşeyên abûrî ne diyar e. Heger danûstandin destpê bikin jî, yekser çareserî nayê dîtin. Xuya ye ku hikumeta Bexdayê di çarekirina pirsa budceyê de, xemsar e".

Di beşekî din de ji gotara xwe, Mele Bextyar dibêje: "Di civîna Yekîtî û Partî de, li gel Serokê Hikûmetê û cîgirê wî, min tekez kir, ku heger em nikaribin ji bank û dewletan deyn bikin, take çareserî firotina zevî û milk û baxû xaniyên bê tapo ye. Buhayê wan bi milyaran Dolar tên texmînkirin. Tiştê min bihîstiye ew e ku yasaya firotinê nehatiye pesendkirin, ev seyr e! Hikûmeta me bi dehan hezar binpêkirinên yasayî qebûl kiriye, lê çareseriya kirzîa abûrî qebûl nake".