Li Şemzînanê 3 leşker hatin kuştin

Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê, di encamê şer û pevçûnan de 3 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê, di encamê şer û pevçûnan de 3 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê şer û pevçûnên ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê de agahî dan. Hat ragihandin, nêzîkî navçeya Şemzînanê li devera Kanîreşê bi gerîlayên PKK re şer derketiye.

Li gor agahiyên destpêkê, 2 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.

Her weha li heman deverê di encamê teqîna bombeyekê de, leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Parêzgariya Colemêrgê li devera Şemzînan û Çelê bo heyama 15 rojan qedexeya derketina derve ragehandibû û Artêşa Tirkiyê dest bi operasyonê kiribû.