Daxwaza darizandina parlementerê HDPê tê kirin

Serdozgeriya Diyarbekirê derbarê Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ziya Pîr fezlekeyek amade kir. Di fezlekeyê de heta 6 salan sizayê giran yê girtîgehê tê xwestin.

K24 – Diyarbekir

Serdozgeriya Diyarbekirê derbarê Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ziya Pîr fezlekeyek amade kir. Di fezlekeyê de heta 6 salan sizayê giran yê girtîgehê tê xwestin.

Serdozgerî di fezlekeyê de radigihîne ku, Parlementerê HDP’ê Ziya Pîr ji beriya Referandûma 16’ê Nîsana 2017’an di axaftineke xwe de heqaret li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Qeyûmê Şaredariyê Cumalî Atîla kiriye.

Ji ber van sedeman, serdozgerî ji Parlementoya Tirkiyeyê dixwaze ku parêzbendiya Pîr were rakirin û ew heta 6 salan bi sizayê giran were darizandin.