Baydemîr: Divê em dest ji tometbarkirina hev berdin

Li Diyarbekirê derbarê yekitiya neteweyî ya kurdan de panelek binavê “Kurd Pêvajoyê Nîqaş Dikin” bi rê ve çû. Di panelê de nêrîna derketî pêş ew bû ku astengiya pêşiya yekîtiya neteweyî de ew e ku partîyên Kurdan berjewendîyên xwe ji doza neteweyî bilindtir dibînin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/75271c4a-d589-452f-bed3-e952b14e38b8/122417SEH.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê derbarê yekitiya neteweyî ya kurdan de panelek binavê “Kurd Pêvajoyê Nîqaş Dikin” bi rê ve çû. Di panelê de nêrîna derketî pêş ew bû ku astengiya pêşiya yekîtiya neteweyî de ew e ku partîyên Kurdan berjewendîyên xwe ji doza neteweyî bilindtir dibînin. 

Li Diyarbekir bi pêşangiya siyasetmedar, çavdêrên siyasî û partiyên siyasî panelek hat lidarxistin. Di panelê de nunerên saziyên sivîl, parlementer û mafnasan jî cîh girtin. Despêka panêlê de Siyasetmedarê bi ezmûn Ahmet Turk amaje kir “pêwîste ku di vê pêvajoyê de Kurd bêdeng nemînin û yekitiyeke xurt ava bikin.

Yek ji amadekarê panelê û Parlementerê HDP’ê Ruhayê Osman Baydemîr jî got, ku divê hemu partî û rêxistinên Kurdan kêmasiyên xwe bibînin.

Osman Baydemîr got: “Berî her tiştî divê em dest ji hev tometbarkirinê berdin. Mafê me tine ye ku em ji hev bixeyîdin. Em ê hev rexne bikin û nîqaş bikin, lê em nikarin ji hev bixeyîdin. Divê me werin cem hev û li çareseriyan bigerin ka gelo em çima nikarin tifaqa xwe ava bikin.”

Axaftvanên panelê bal kêşandin ku ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî pêwîste ku berî her tiştî daxwaz û armancên rêxistin û partiyên kurdan neteweyî bin. Çavdêrê Siyasî Fuad Onen amaje kir ku divê têgihîştinek neteweyî hebe.

Fuad Onen wiha axivî: “Yekîtiya neteweyî bi daxwaza dewletbûnê çêdibe. Divê ev daxwaz di hemu partî û frêxistinên ku xwe kurd dihesibînin de hebe. Federalîzm û konfederalîzm dibe ku bibin çareseriyên demkî lê divê armanca sereke serxwebunxwazî be.”

Beşdarên panelê bang li hemû rêxistin û partiyên kurdan kirin ku ji dêvla dijminatî û dijayetiya hev bikin, bila li rêbazên vekirina deriyê yekîtiya neteweyî bigerin. Amadekarên panelê dan zanîn ku dê lêgerîna yekîtiya neteweyî di rojên pêş de jî berdewam bin.