Baroyên Bakur daxwaza bidawîbûna Rewş Awarte dikin
Baroyên Bakûr, ji bo Biryarnameya Bi Hikimê Zagonî ya ku nû hatiye weşandin, îro (24.12.2017) daxuyaniyeke hevpar da. Di daxuyaniyê de daxwaz ji rayedaran hat kirin, dawî li Rewş Awarte ya 17 mehan bînin û pergalên ku dadweriyê bêbandor dihêlin, werin rawestandin.
K24 – Diyarbekir

Piştî Biryarnameya Bi Hikumê Zagonî ya bi hejmara 696’an; Baroyên Diyarbekir, Semsûr, Bîngol, Colemêrg, Riha, Agirî, Qers, Şirnex, Erdexan, Êlih, Dêrsim, Mûş û Wanê; bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûn nîşan da. Yek ji xalên ku di biryarnameyê de hatibû diyarkirin jî ji bo mehkûmên girtîgehan kincên yekteşeyî bû.
Di daxuyaniya Baroyan de hat amajekirin ku; biryara kincên yekteşeyî, pêkhatineke ku zerarê bide aştiya civakî ye. Dîsa li gorî daxuyaniya hat dayîn; ev biryara ku ji bo mehkûman hatiye dayîn; li dijî xalbendiyên Makezagona Tirkiyeyê yên 2, 10, 13, 15, 17, 36, 38 û 87’an e. Xaleke din a nerazîbûna Baroyan jî; xala ku di wesifê efûya taybet de hatiye derxistin e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku; li gorî xala 87’emîn a Makezagonê, ji 5’an sisiyê hejmara Meclisa Tirkiyeyê xwedî wê erka efûya taybet e û ji ber vê yekê jî cihê vê biryarnameyê di Hiqûqa Dewletê de tuneye.