DAIŞ 3 welatiyên Kurd gulebaran dike

Îro termên sê welatiyên Kurd hatin dîtin, ku ji berî sê hefteyan ve ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro termên sê welatiyên Kurd hatin dîtin, ku ji berî sê hefteyan ve ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin.

Li tûra civakî hate belavikirin, Îro danê êvarê li nêzîkî gundê Şanşînê yê ser bi navçeya Pirdê ve termên sê welatiyên Kurd ji aliyê xelkê û leşkerên artêşa Iraqê ve hatin dîtin û cihê eşkenceyê li ser laşên wan hebûn.

Ew her sê welatî bi navê Hîwa Jengin, Kusret û Firyad in ji gundê Qere Erebet ya ser bi navçeya Dubiz in û ji berî 3 hefteyan ji aliyê çekdarên DAIŞê hatibûn revandin.