KCK: Emê rewşa endamên MÎTê yên dîl aşkere bikin

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand, dê demeke nêzik de rewşa berpirsên MÎTê yên di destê wan de ne aşkere bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand, dê demeke nêzik de rewşa berpirsên MÎTê yên di destê wan de ne aşkere bikin.

Hevserokên KCKê Cemîl Bayik û Besê Hozat ji televîzyoneke nêzikê PKKê re axivîn û bal kişandin li ser şerê wan a li dijî Arteşa Tirkiyê ya di sala 2017an de. Hevserokên KCKê diyar kirin, sala 2017an ji bo wan sala şerekî mezin bû. Dê sala 2018an jî ew ê faşîzma Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoganî hilweşînin.

KCK herwiha da zanîn, ewê di demek nêzik de rewşa berpirsên MÎTê yên di destê wan de ne aşkere bikin û ji raya giştî re parve bikin.

Berî niha 3 mehan jî endamê KCKê Mustafa Karasu gotibû, 2 ji wan pilebilind 20 karmendên MÎTê di destê wan de dîl in.

PKKê di Tebaxa bûrî de ragihandibû, PKK du endamên MÎT a Tirkiyê li devera Dûkan ya ser bi Silêmaniyê ve dîl girtine, ku wan pilanek ji bo amanckirina hevserokê KCKê Cemîl Bayik danîbûn.