Pêşmerge rûbirûyî artêşa Iraqê dibin
Artêşa Iraqê bi hêzeke mezin û tank û zirîpoşan berve gundê Qela ya ser bi bajarokê Kifrî ve bi pêş ve tê. Hêzên Pêşmerge û asayişê jî ji bo rûbirûbûna artêşa Iraqê di amadebaşiyê de ne û fermana şer bi wan re heye.
K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li nêzîkî Kifrî ragihand, hêzên Pêşmerge û asayişê li gundê Qela ya dikeve di navbera Kelar û Celewla de kom bûne, ji bo rê li pêş hêzeke Iraqî bigirin, ku bi niyaz e berve wê navçeyê ve bi pêş ve bê.
Got jî, hêzên Pêşmerge û asayişê fermana şer ji wan re heye, ku li her egerekê hêzên Iraqî pêşveçûnê bikin. Herwiha Pêşmerge û asayiş dibêjin, nabe hêzên Iraqî bêne wê navçeyê.