Armanca komkirina hêzên Heşda Şeibî û artêşê li Germiyanê aşkere dibe
Jêderekî ewlehiya Iraqê derbarê komkirina hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li sînorê Germyanê de dibêje: “Komkirina wê hêzê ji bo rêgirtina li ber hêz û kesên dixwazin biçin navçeyên di bin kontrola hikûmeta Iraqê û karên tundûjiyê bikin. Bi ti awayekî ne ji bo êrîşkirina li ser navçeya Germiyanê ye.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Jêderekî ewlehiya Iraqê derbarê komkirina hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li sînorê Germyanê de dibêje: “Komkirina wê hêzê ji bo rêgirtina li ber hêz û kesên dixwazin biçin navçeyên di bin kontrola hikûmeta Iraqê û karên tundûjiyê bikin. Bi ti awayekî ne ji bo êrîşkirina li ser navçeya Germiyanê ye.”
Wî jêderî ewlehiyê ku navê xwe aşkere nekiriye ji malpera “Xed Press” re gotiye, li nêzîkî parêzgeha Kerkûk, Silêmanî û navçeya Celawlayê hêzên xwe kom kirine, ji ber ku zanyarî gihêştine wan ku neyarên hikûmeta Iraqê û rêxistinên tundrew bi niyaz in êrîşî ser hêzên Iraqî bikin.
Herwiha got: “Hêzên Pêşmerge li hemberî hêzên me xwe kom kirine, ji ber ku propaganda wê yekê hebû ku hêzên Iraqî dê êrîşî ser navçeyên Silêmaniyê bikin, lê di rastiyê de ew tenê propaganda ye û ti rastiyeke tê de nîn e.”
Berpirsê eniya Germesêrê ya hêza Pêşmerge Mehmûd Sengawî ji K24ê re got: “Hêzên Iraqî daxwaz kirin Pêşmerge ji xalan vekişin û ew lê bicih bibin, lê me bi ti awayekî ew daxwaz qebûl nekir û yek bost ji xaka wê navçeyê venakişin û wê sînorê ji teroristan diparêzin.”
Herwiha Birêvebirê Polîsa Germiyanê ji K24ê re got: “Ligel hêzên asayişa û Pêşmerge li bazgeha Neqişbendî dimînin û wê vala nakin. Ev çend car in artêşa Iraqê û Heşda Şeibî daxwazin em wê navçê vala bikin, lê em bi ti carî vala nakin.”
Derbarê wê rewşê de, peyamnêrê K24ê li nêzîkî Kifrî ragihand, hêzên Pêşmerge û asayişê li gundê Qela ya dikeve di navbera Kelar û Celewla de kom bûne, ji bo rê li pêş hêzeke Iraqî bigirin, ku bi niyaz e berve wê navçeyê ve bi pêş ve bê.
Got jî, hêzên Pêşmerge û asayişê fermana şer ji wan re heye, ku li her egerekê hêzên Iraqî pêşveçûnê bikin. Herwiha Pêşmerge û asayiş dibêjin, nabe hêzên Iraqî bêne wê navçeyê.