Parlamenterê HDPê Lezgîn Botan hat desteserkirin

Parlamenterê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan vê sibehê li Stembolê hat desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan vê sibehê li Stembolê hat desteserkirin.

Li gor agahiyên destpêkê Parlamenterê Wanê Lezgîn Botan, ji ber dozeke ku berê hatiye vekirin û biryara binçavkirina wî hebûye hatiye desteserkrin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Lezgîn Botan, ji otela ku lê dima hatiye desteserkirin û ji bo Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hatiye veguhastin.