Ebdella Kiwêxa Mubarek: Şasiwar dellalê Bexdayê ye

Ebdella Kiwêxa: Ebadî û Hikûmeta Iraqê dixwazin bi riya Şasiwar, daxwazên rewa yên xelkê ji bo tevlihevî û tundiyê biguherînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê civata niştimanî ya Tevgera Goran Ebdella Kiwêxa Mubarek ragihand, li Herêma Kurdistanê, Şasiwar Ebdilwahid dellalê hikûmeta Iraqê û Heyder Ebadî ye û got: Serî ji YNK re nema ye û mirov nizane li gel kîjan berpirsî û kîjan alî di nav YNKê de serederiyê bike.

Rojnameya Awêne di hejmara (607)ay roja sêşemê de 26ê Berçile 2017, di rûpela xwe ya sêyem de hevpeyvînek li gel wî berpirsê Tevgera Goran kiriye.

Di bersiva xwe de li ser pirsên rojnameya navhatî de dibêje: "Ebadî û Hikûmeta Iraqê dixwazin bi riya Şasiwar, daxwazên rewa yên xelkê ji bo tevlihevî û tundiyê biguherînin. Daku Amerîka û wlatên Ewropa neçar bike ku rê bidin Bexdayê destwerdanê di herêma Kurdistanê de bike û ezmûna wê hilweşîne".

Herweha dibêje: "Gellekî pêwîst e em bi berdewamî haydarî pişt xwe bin, li pişt me hikûmeta Iraqê heye. Be rastî ew kesê bi hûrî temaşe bike wê zanibe ku niyeta baş li cem Heyder Ebadî tine ye. Ew dixwaze bi riya nakokî û nerazîbûna xelkê, derfetekê ji xwe re bibîne û Herêma Kurdistan jinav bibe".

Derbarê pêwendiya wan bi YNKê re Kiwêxa dibêje: "Serî ji Yekîtî Niştimanî Kurdistan re nema ye, tu nizane tê li gel destê rastê, destê çepê, li gel kîjan aliyekî wê partiyê kar bike, Yekîtî bê serî maye û pêkhateya di nav wê de jihev ketiye, ev yek bû sedema têkçûna rêketina siyasî di navbera Tevgera Goran û YNKê de, heya ku careke din rewşa nav wê partiyê asayî bibe".

Navhatî got jî: "Niha wa li YNK hatiye, dema ku tu li gel aliyekî kar bike aliyê din ji te aciz dibe".