Partî û aliyên di nav rêveberiya xweser de daxwaza beşdariyê di kongirê Sochi de dikin

Partiyên rêveberiya xweser: Em wek kesatî beşdarî ti kongirî nabin heya ku bi navê rêveberiya xweser neyên vexwendin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de partiyên di nav rêveberiya xweser de raghandin, ku ew wek aliyên Kurdî pêşwaziyê li Kongirê Sochi yê Diyaloga Niştimanî Sûrî dikin û dibînin ku ji mafê wan e di wî kongirî de beşdar bibin.

Ew alî û partî tekez dikin, ku pêwîst e beşdariya wan di bin navê rêveberiya xweser de be.

Ew daxuyaniya ku nêzîkî 14 partiyan, di nav rêveberiyê de li ser îmze kirine, dibêje ku li ser daxwaza hikûmeta Tirkiyê, pêkhateyên Bakurê Sûriyê û rêveberiya xweser ji civînên navdewletî, wek Cinêv û Astana hatine dûrxistin.

Herweha ew alî tekez dikin, ku ew wek kesatî beşdarî ti kongirî nabin heya ku bi navê rêveberiya xweser neyên vexwendin.