Sê efserên Kurd yên polîsê petrola Kerkûkê hatin girtin

Hersê efserên Kurd bi bihaneya ku ala Kurdistanê li ser kompanya Pertola Bakur bilind kirine, lêkolîn li gel wan tê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hersê efserên Kurd bi bihaneya ku ala Kurdistanê li ser kompanya Pertola Bakur bilind kirine, lêkolîn li gel wan tê kirin.

Çalakvanên Kurd di torên civakî de wêneyê hersê efseran belav kirine û ragihandin, ku şevê din tîmeke lêkolîna taybet ji Bexdayê gihişte Kerkûkê daku lêkolînê li gel wan efseran bike.

Li gorî zanyariyan, heya niha çarenivîsa wan efseran nediyar e.

Navên wan efseran

1-Muqedem Ehmed Osman.

2-Raid Siro Husamedîn cebarî.

3-Neqîb Şêrzad.