Bi wêneyan.. Li Kerkûkê Heşd û artêşê girtin ser mala karmendekî asayişê

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî, mişextî bajarê Hewlêrê bûye û dema ku çekdarên milîsên Heşdê girtin ser mala wî, kes di male de tine bû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şevê din li taxa Penca Elî ya bajarê Kerkûkê, milîsên ser bi Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve, girtin ser mala karmendekî asayişê bi navê Aware Namiq û piştî derî û pencereyên xanî şikandin, dest bi pişkinîna malê kirin.

Li gorî zanyariyên çalakvanên Kurd li Kerkûkê, ew karmendê asayişê piştî bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî, mişextî bajarê Hewlêrê bûye û dema ku çekdarên milîsên Heşdê girtin ser mala wî, kes di male de tine bû.