Qeymiqamê Qilabanê çûna ser goran li Roboskiyan qedexe dike
Di şeşemîn salvegera komkujiya Roboksiyê de, Qeymiqamê navçeya Qilaban a Şirnexê Mihemed Fatîh Yakinoglu çûn a malbatan a ser goristanê qedexe dike.
K24 – navenda Nûçeyan
Di şeşemîn salvegera komkujiya Roboksiyê de, Qeymiqamê navçeya Qilaban a Şirnexê Mihemed Fatîh Yakinoglu çûn a malbatan a ser goristanê qedexe dike. Têkildarî mijarê, Qeymiqamê Qilabanê bangî malbatan kir û ji wan re got: ji her malbatekê tenê kesek dikare biçe ser goran.
Herwiha nabe kes di salvegera komkujiyê de ji derve bê Roboskiyê û li wir sirûdan bêjin.
Li hemberî van gotinên Qeymiqam, Roboskiyan nerazîbûna xwe nîşandan û ragihandin, ev kiryarên Qeymiqam nayên pejirandin.
Balafirên Tirkiyê di 28'ê Berçile ya 2011'an de li ser sînor, şêniyên Roboskiyê bombebaran kiribûn û di encam de 34 ciwanan canê xwe ji dest da bûn.