"DAIŞ vegeryaye derdora Kerkûkê"

"Heger rewşa weha berdewam bike, gellekî nêzîk e ku navçe bi temamî bikeve bin destê DAIŞê".

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî emnî nêzîkî serkirdatiya operasyonên hevbeş yên Iraqê ji Sky News re ragihand, çekdarên DAIŞê bi awayekî cuda vegeriyane devere Hewîce.

Wê jêderê got: Çekdarên DAIŞê bi roj li bajarokê Riyad yê rojavayê Kerkûkê, xwe di tunêlan de vedişêrin, ku şev dikeve xwe vedidizin navçeyên derdora Kerkûk û Hewîce.

Heman jêderî diyar kir, ku bajarokên Riyad, Ebasiye û Reşadî yên ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, bi sedema topografya wan, bûne penagehek ji çekdarên DAIŞê re ku li wan deveran xwe vedişêrin, hewreha ji ber kêmbûna hêzên emnî bi sedema firehiya rûbera cugrafî ya wan navçeyan, dihêle ku dubare rê li ber serhildana DAIŞê li wê navçeyên bê xweşkirin û got: Niha tenê hejmareke kêm ya hêzên Iraqî li wan deveran mane û têra wê yekê nakin ku tevahiya navçeyan kontrol bikin.

Jêderekî din ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin, ji rojnameya Meda re got: "Heger rewşa weha berdewam bike, gellekî nêzîk e ku navçe bi temamî bikeve bin destê DAIŞê".