Artêşa Tirkiyê kuştina 17 gerîlayên PKK di bordûmana sînorên parêzgeha Dihokê de ragihand

Firokeyên Tirkiyê, bingeh û baregehên PKK, li navçeyên Metîna, Gare û Avaşîn û Basyan yên ser bi parêzgeha Dihokê ve li Herêma Kurdistanê bordûman kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Firokeyên Tirkiyê, duh bingeh û baregehên PKK, li navçeyên Metîna, Gare û Avaşîn û Basyan yên ser bi parêzgeha Dihokê ve li Herêma Kurdistanê bordûman kirin.

Serokatiya erkana artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de, kuştina 17 gerîlayên PKK bi sedema wan êrîşan ragihand.

Ev yek di demekê de ye ku bi sedema wan êrîşan, ziyaneke maddî mezin li welatiyên wan gund û navçeyan bûye. Li qezaya Amêdiyê jî îsal çar kesên sivîl ji ber êrîşên firokeyên Tirkiyê canê xwe jidest dane û heft kesên din jî birîndar bûne.