Mele Bextyar: Vê heftiyê civînên nihênî lidar ketine û Bexda amadeyî diyalogê ye

"Pirsgirêkên xalên sînorî û gumrik û firîngehan wê bên çarekirin, piştre bernameyê çareseriya budce, mûçe û navçeyên ku nakokî li ser in wê destpê bike".

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê desteya rêvebir a polîtbîroya YNK Mele Bextyar li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye ku di dema vê heftiyê de civînên nihênî û eşkere yên cor bicor hatine encamdan û got: "Niha Bexda baştir amade ye ji danûstandinan re û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwe amade dike ji bo danûstandinan û şanda Parleman jî serdana Bexdayê dike".

Herwiha Mela Bextiyar nivîsandiye: "Nema şer di nav hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge de diqewimin û pirsgirêkên xalên sînorî û gumrik û firîngehan hêdî hêdî wê bên çarekirin. Piştî vê yekê jî bernameyê çareseriya budce, mûçe û navçeyên ku nakokî li ser in wê destpê bike".

Mela Bextiyar herwiha nivîsandiye: "Divê Parlemana Kurdistanê li gel frakisyonan bicive û nerînên xwe ji bo Hikûmet û şanda danûstandkar binivîsîne û bi hev re gavan ber bi çareseriyê ve bavêjin".